Hunermendê me yê netewî, birêz Şivan Perwer, bi rêya Kurd1 ê, bangî gelê kurd dike ku li zimanê xwe xwedî derkevin.
Zimanê kurdî nasnameya meye û erkeke netewî ye li ser me ku dengê xwe tevlî wê bangê bikin!
Temaşevanê hêja!
Ew dema te bi xêr be!
Pirsyarek min ji te heye!
Gelo, ya ku min û te dike kurd, çiye?
Dibe ku gelek tişt bên 'aqilê mirov, lê di hişên min de hev bersivek heye.
Ya ku me, min û te dike kurd, ev ziman e!
Ev zimanê ku ez niha bi te re pê diaxivim.
Zimanê ku ez pê ji te re dixwînim.
Zimanê lorîyên dayika min!
Zimanê du'a û hêvîyên dîya te!
Zimanê evîna min û te ji bo dayikên me!
Zimanê gelê me yê bindest!
Zimanê çandeke dewlemend û dîrokeke xembar!
Zimanê Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran, Şêx Se'îdê Pîran, Seyd Riza û 'Elîşêrê Dêrsimî, Mîr Celadet û Mela Mistefa Barzanî!
Zimanê Kurdî emaneta wane!
Van ev emanetî min û te kiriye, ku em bigihijînin zarokên xwe, nifşên tên yên Kurdistanê.
Ey mirovê delal!
Ez dixwazim bangî wijdanê te, xîreta te bikim.
Ez dixwazim bangî mirovatî ya te bikim.
Hebûna me wek Kurd, her ev zimane!
Ew emanete û diwê em xiyanetê li wê emanetê nekin.
Deynê wijdanê me ye ku em zarokên xwe fêrî kurdî bikin.
Da ku ev jî bi wî zimanê şêrîn yê Cembelî û Binewşê, yê Xecê û Siyabend biaxifin, binivîsînin û bixwînin.
Tu bavirmendê kîjan dîn û tîre û mezhebê bî,
xwedîyê çi bîr û baweriyan bî,
endamê kîjan partî û rêxistinê bî,
kurdê yan kurda ji kîjan parçeyê Kurdistanê bî,
bila be.
Ez bangî te dikim!
Were em xwe ji bo bicihanîna wê daxwazê bikin yek û mafê xwendina bi zimanê kurdî bi hikûmetan bidin qebûlkirin û ji wan bistînin.
Were em wê xewna xwe di nav îsal de bikin rastî. Wê dozê biserxin.
Were em deynên dayikan bidin, li zimanê wan xwedî bin. Wek gul û çîçekên çiyayên Kurdistana me ya bedew wî zimanî av bidin û geş bikin.
Were em sala 2011'yê bikin sala xîret û xebatê ji bo xwendina zimanê kurdî.
Ji ber ku bê Kurdîperwerî yê, ne kurdayetî dibe û ne jî kurdperwerî!
Silav û rêz!
Serçawe: Sivan Perwer, Kurd1
Video: Bê Kurdîperwerî yê, ne kurdayetî dibe û ne jî kurdperwerî!
Wêne: Şivan Perwer, Helsinki 12.5.2010 (Welat Nehrî)
| < Edellinen |
|---|